1. mixabin ez van rojan gellek rastî vê yekê têm. Hin dibêjin gelên mezopotamyayê hin dibêjin zanîngeha mezopotamyayê. Ez nizanim bi zanebûn an jî ji nezaniyê tê bikaranîn. Kesên ku naxwazin bêjin kurdistan ev gotin tê hawara wa. Ya rastî gotina mezopotamya di dîrokê de bêhtir ji bo cih û warên ereban tê gotin. Hin herêmên ku ser musilê ne ew jî dikevin mezopotamyayê lê behtirîn herêma tê gotin mezopotamya bin musilê ye û heta şettu'l erebê dewam dikê. Ji ber çend bajar û herêmên kurdistanê dikevin nava mezopotamyayê tu rabê ji bo hemî kurdistanê vê gotinê bikarbînê ev neheqiyek mezin e. |
|
09.10.2013 14:17 |
nan û av
|
3. Beşek ji axa Kurdistanê di HERÊMA Mezopotamyayê de cih digre. |
|
28.11.2013 00:36 |
lawkê xerzî
|
4. kurdistan ne mezopotamya ye. kurdistan perçeyek ji mezopotamyayê be jî kurdistan kurdistan e û mezopotamya mezopotamya! ku dibêjin mezopotamya, gilgameş dikeve bîra min: ê ku dev ji êlûnaya nîv-xwedê berda û ji bo enkîdû li dermanê nemiriyê geriya. |
|
19.03.2015 19:47 |
remlavêj
|
5. (bnr: kurdistan is not mesopotamia) |
|
05.04.2015 19:12 |
vêca çiyeeee
|
6. mezopotamya 'navçem an jî navbera du çem' peyvek yewnanî ye.. ji bo navbera çemê Firatê û Tîgrîs(Dîjle) tê gotin..Kurd'istan jî cîhê kurdan e û tixûba Kurdîstanê girêdayê mezopotamyayê nîn e, lê beşek mezopotamyayê di nav sînorên Kurdîstanê de ye.. |
|
05.04.2015 19:20 |
ozjan xwenas
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |